Li Meletîyê 2 otomobîl li hev qelibîn: 3 jê giran 8 birîndar

Di encama qezaya ku li Darendeya Meletîyê pêk hat de 3 jê giran 8 kes birîndar bûn.

Ekleme: 14.04.2024 16:40:23 / Güncelleme: 14.04.2024 16:40:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li nêzî Meheleya Nadîr a Rêbeja Meletî-Qeyserîyê di danê nîvroyê de pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, otomobîla bi plaqeya 44 DZ 542 ê ku di bin kontrola B.Y. de bû û otomobîla ku plaqeya wê 06 DTB 449 bû li hev qelibîn.

Di qezaya ku her du wesayît jî bûbûn xurde de kesên bi navê B.T, H.T.B, H.B, M.T.B, C.A, G.A, R.A. û C.A. birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ekîbên tendirustî, agirkuj û polîsan hatin cihê bûyerê.

Du birîndarên bi navê H.T.B û H.B yên ku di wesayetê de girtî mabûn ji teref ekîban ve hatin derxistin û bi helîkopterê ambûlans ve hatin birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Meletîyê.

Di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)