Li Xazzeyê qeyrana ava paqij

Ji ber ku rejîma terorê bi qesdî binesazîya Xazzê hedef girt qeyrana ava paqij rû da.. Neteweyên Yekbûyî ku balan kişand li ser qeyrana ava paqij  destnîşan kir lazim e bi lez hinek rêyên nû ji bo peydakirina ava pqaij bê dîtin.

Ekleme: 13.04.2024 10:20:17 / Güncelleme: 13.04.2024 10:20:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber ku ev bû bi mehan rejîma teror û îşxalê bi balafir û tanqan Xazzê bombebaran dike hema hema temamê binsesazîya xazzê xera bû.

Ji ber hilweşîn û xerabûna binesazîya Xazzeyê xelq nikare ava paqij bike ku ev yek jî dibe sedema qeyraneke mezin.

Neteweyên Yekbûyî derbarê mijarê daxuyanîyek belav kir û got ku ji ber peydenekirina ava paqij û ji ber zêdebûna germahîyên zêde her ku diçe nexweşîyên bi ava ne paqij zêdetir belav dibe.

Koordînatorê Alîkarîyê yê Însanî yê Neteweyên Yekbûyî Jamie Mcgoldrick derbarê mijarê de diyar kir “  Li Xazzeyê însan di warê peydekirina ava paqij de gelek zêde zehmetîyê dikşînin. Ji ber tunebûna ava paqij sîstemên saîtasyonê ya însanan xera dibe û nexweşîyên ji ber tunebûna ava derdikeve holê. Lazim e bi lez hinek rêyên nû ji bo peydakirina ava pqaij bê dîtin.”

Li gorî Rêxistina Tenduristîyê yê Cîhanê  ava qirêj dibe sedema nexweşîyên mîna kolera, emelîbûn û hepatît ayê.(ÎLKHA)