Tuxayên Qassam: Li Xazzeyê 14 leşkerên din ên îşxalker hatin kuştin

Artêşa qaşo ya siyonistên terorîst û îşxalker li Xazzeyê hêj darbayên giran dixwe.

Ekleme: 07.04.2024 12:55:28 / Güncelleme: 07.04.2024 12:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê Tuxayên Îzzeddîn El Qassamê ku baskê leşkerî ya HAMASê ye ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin li Xazzeya ku di bin îşxala siyonistan de ye 14 leşkerên qaşo yên rejîma teror û îşxalê ji teref mucahidên Hamasê ve hatin kuştin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di encama operasyona ku hat lidarxistin de micahidên HAMASê bi mûşekên Yasîn 105 3 tanqên siyonistan îmhe kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên terorîst  bi helîkopteran nêzî 30 birîndarên xwe birin nexwşexaneyan.(ÎLKHA)