Li Rihayê şerê muxtarîyê: 11 birîndar

Li Eyyubiyeya navçeya Rihayê di şerê ku hat iddiakirin li ser mixtarîyê derket de 11 kes birindar bûn.

Ekleme: 31.03.2024 16:20:16 / Güncelleme: 31.03.2024 16:20:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Navçeya Gundê Guneşê pêk hat.

Hat îddîakirin ku nîqaşa ku di navbera her du koman de ji ber nîqaşa mixtarîyê derket, veguherî şerê bi kevir û daran.

Ekîba cendirmeyan û polêsan mudaxeleyî şer kirin û hewl dan şer haş bikin.

Li gorî tesbîtên ewil di şerê ku derket de jin jî di nav de 11 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û hat diyarkirin ku ji ber şer û pevçûnê çend kes  jî hatin binçavkirin.(ÎLKHA)