Li Rihayê şerê muxtarîyê: 11 birîndar
Li Eyyubiyeya navçeya Rihayê di şerê ku hat iddiakirin li ser mixtarîyê derket de 11 kes birindar bûn.
![Li Rihayê şerê muxtarîyê: 11 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/KilSVnqutgvPwN_VG583iMS3xd4=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/13/li-rihaye-sere-muxtariye-11-birindar-532a5f99.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Bûyer li Navçeya Gundê Guneşê pêk hat.
Hat îddîakirin ku nîqaşa ku di navbera her du koman de ji ber nîqaşa mixtarîyê derket, veguherî şerê bi kevir û daran.
Ekîba cendirmeyan û polêsan mudaxeleyî şer kirin û hewl dan şer haş bikin.
Li gorî tesbîtên ewil di şerê ku derket de jin jî di nav de 11 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û hat diyarkirin ku ji ber şer û pevçûnê çend kes jî hatin binçavkirin.(ÎLKHA)