Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, li Semsûrê ye

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di çarçoveya hilbijartinê de hat Semsûrê.

Ekleme: 29.03.2024 11:45:21 / Güncelleme: 29.03.2024 11:45:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu ku di seatên serê sibehê de bi konwoya wesayîtan hat pêşwazîkirin, bi tevî otobûsa hilbijartinê li navenda bajêr tûr avêt û xelkê silav kir.

Yapicioglu dûre, li navenda bajêr dikandarên gerîya û ji wan re qala projeyên partîya xwe kir.

Ji Yapicioglu re Namzedê Serokê Şaredarîya Semsûrê Mustafa Yetîş jî hevaltîyê kir.

Hat îfadekirin ku Yapicioglu piştî zîyareta dikandarên welatîyên ku ji ber erdheja 6ê Sibatê  di qonteyniran de dijîn zîyaret kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Remezana welatîyên ku di qonteyniran de dijî pîroz kir, Namzedê Serokê Şaredarîya Semsûrê Mustafa Yetîş jî di heman demê de bi zarokan re eleqedar bû û wan hez kir.

Dûre Yapicioglu ji Semsûrê derbasî Kolikê bû. (ÎLKHA)