HUDA PAR: Bila cihê qebra Bedîuzzeman bê aşkerekirin

HUDA PAR di 64em salvegera wefata Seîdî Nûrsî de peyamek belav kir û ew bi rehmet û minnet yad  kir û daxwaz kir ku cihê qebra wî demildest bê diyarkirin.

Ekleme: 24.03.2024 14:55:20 / Güncelleme: 24.03.2024 14:55:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARÊ ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ew di salvegera 64em a Ustad Bedîuzzeman Seîdî Nûrsî wî rehmet û minnet yad dikin û wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Dema ku dîrok 23yê Adara sala 1960î nîşan dide Bedîuzzemanê 87 salî li Rihayê wefat kir.  Tu cefa û ezîyet nema ku ew di rêya Îslam û Quranê de nekişand. Ew bi salan di hepsê de ma û hat sirûgnkirin. Lê belê yek ji van zehmetîyan jî nebû sedem ku ew dev ji doz û dawa xwe berde. Piştî ku ew wefat kir jî bela xwe jê nevekirin û di dema darbeya 1960î de qebra wî vekirin û naaşa wî birin cihekî ku nayê zanîn. Di salvegera wefata wî de cardin wî rehmet yad dikin û bi vê wesîleyê em bang li kesên rayedar dikin da ku xeletîya ku hatiyekirin neyê domandin. Bila cihê qebra Bedîuzzeman bê aşkerekirin.”(ÎLKHA)