Li Qersê ji ber berfê rêya 47 gundan hat girtin

Berf tesîra xwe ya li bakurê welêt didomîne. Hat ragihandin  li Qersê rêya 47 gundan ji ber berfa ku dibare hatin girtin.

Ekleme: 24.03.2024 13:50:20 / Güncelleme: 24.03.2024 13:50:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber berfa ku zêde barîya li navendê rêya 2 gundan, li Akyakayê rêya 3 gundan, li Arapçayê rêya 10 gundan, li Qaxizmanê rêya 2 gundan, li Sarikamişê rêya 6 gundan, li Selîmê rêya 7 gundan, li Dîgorê rêya 11 gundan û li Susuzê jî rêya 6 gundan hat girtin.(ÎLKHA)



Etiketler: