3 rojnamevanên din jî hatin qetilkirin 

Îşxalkerên siyonist li Xazzeyê 3 rojnamevanên din jî qetil kirin. Ji 7ê cotmehê vir ve  hejmara rojnamevanên ku hatin qetilkirin bû 136.

Ekleme: 24.03.2024 12:50:18 / Güncelleme: 24.03.2024 12:50:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îşxalerên siyonist û terorîst hêj li Xazzê rojnamevanan qetil dikin.

Di encama êrîşên siyonistên terorîst de li Xazzê 3 rojnamevanên din jî şehîd bû.

Derbarê mijarê de ji teref Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xazzê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin îşxalkerên siyonist li Xazzeyê 3 rojnamevanên din ên bi navê Muhammed El-Rifi, Abdurrahman Sayime û Dr. Mahmut Îmad Îsa hatin şehîdkirin.

Hat îfadekirin ji 7ê cotmehê vir ve  hejmara rojnamevanên ku hatin qetilkirin bû 136.

Siyonistên terorîst û îşxalker ji bo zilm û zordarîya ku ew li Xazzê û li ser axên îşxalkirî tên kirin dinya pê nehesê bi qesdî rojnamevanan hedef digrin û wan şehîd dikin.(ÎLKHA)



Etiketler: