Li Nîjerê êrîş li leşkeran hat kirin: 23 mirî

Di encama kêmîna ku li Nîjerê li ber leşkeran hat danîn de 23 leşker hatin kuştin.

Ekleme: 24.03.2024 12:40:18 / Güncelleme: 24.03.2024 12:40:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastinê ya Nîjerê ve hat ragihandin di dema operasyoneke ku li welêt dihat kirin de li ber leşkeran kêmîn hat danîn ku di encama bûyerê de 23 leşker canê xwe ji dest dan û 30 mîlîtan jî hatin kuştin.

Li gorî daxuyanîyê zêdetirî 100 kesên bi wesayît û motorsîklet bi hev re êrîş birine li ser leşkeran.(ÎLKHA)