Li Moskovayê hejmara kuştîyan derket 115 kesan

Hat ragihandin hejmara kesên ku di êrîşa li Moskovaya paytexta Rusyayê hat lidarxistin de canê xwe ji dest dan derket 115 kesan.

Ekleme: 24.03.2024 12:30:21 / Güncelleme: 24.03.2024 12:30:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berî vê du şevan di wextên êvarî de li Mokovayê komekî kesên çekdar êrîş birin li ser salona konserê ya bi navê Crocus Cîty Hall. Di encama êrîşa ku hat kirin de heta niha 115 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber êrîşê zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.

Rûsyayê derbarê mijarê de diyar kir ew heta 11 kesan girtine ku ji van 4 kes êrîşkar bi xwe ne.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin kesên êrîşkar ber bi Ukraynayê ve direvîyan.(ÎLKHA)



Etiketler: