Karwanê Hêvîyê li Wanê di meha Remezanê de alîkarîyên xwe didomîne

Komeleya Wanê yê Karwanê Hêvîyê, bi dirûşma “Remezan Bila Bibe Hêvî” alîkarîya kolîyên zexîreyê û neqdî kir.

Ekleme: 20.03.2024 11:09:31 / Güncelleme: 20.03.2024 11:09:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê ya ku di navbera xêrxwaz û mihtacan de wezîfeya pirê bi kar tîne, li Wanê destê xwe yê biratîyê dirêj dike. Komelya Wanê yê Karwana hêvîyê, di meha Remezanê de jî ji bi sedan malbatan re armanc dike ku alîkarîyan bighêjîne.

Ew ê di meha Remezanê de ji bona ku teslîmê mihtacan bêne kirin pakêtên zexîreyê, desteka meddî, alîkarîyên paqijî û cil û bergan ji teref dildarên komeleyê ve têne amadekirin û ji heta derê mihtacan re tê birin.

Serok komeleyê bang li xêrxwazan kir

Serokê Komeleya Wanê yê Karwanê Hêvîyê Sedat Vatan, îfade kir ku ew bi tevî alîkarîya fitarî û paşîvê, alîkariya cil û bergan jî dikin, “Em dixwazin ku bila zarokên me bi kêfxweşî bikevin îdê û em jî ji bo vê kêfxweşîyê bibin wesîle. Dema ku em lazimatîyan bidin ber çavên xwe van alîkarîyên ku em dikin qîm nake. Bi hezaran xûşk û birayên me hene ku li bêvîya me ne. Ez dixwazim ku ji li vê derê bang li xêrxwazan bikim!  Ji ber ku meha Remezanê ye bila fitir, zikat, sedeqe û bexşên xwe nekin derengîyê û ji me re bighêjînin. Em ê jî bi îzna Xwedê van zekatên wan ji mihtacan re bighêjînin. Em dixwazin ku bereketa Remezanê ji xûşk û birayên xwe yên mihtac re belav bikin. Ji ber vê yekê em ji xêrxwazên xwe re bang dikin ku em li bêvîya wan in.” (ÎLKHA)