Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Em bi uslûbekî paqij, bi sîyasetekî paqij derketin sehaya sîyasetê

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Mûşê ji bona ku namzedên wî bêne bijartin ji xelkê destekê xwest û got, “Ger ku namzedên me bi teweccûha xelkê me werin wan meqaman, ew ê bi îzna Xwedê milletê me şaradartî û sîyaseta herî paqij bibîne.”

Ekleme: 18.03.2024 15:09:40 / Güncelleme: 18.03.2024 15:09:40 / Xeberen Kurdi / Muş Haberleri
Destek için 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat Mûşê û bi xelkê re hat cem hev.

Yapicioglu di seatên serê sibehê de bi konvoyê re ket nav bajêr, pêşî dikandarên Mûşê zîyaret kir û dûre ji qelebalixîya ku li ber lokala hilbijartinê ya partîya xwe kom bûbûn re axavtinek kir.

“Ji wan kesên ku we dike qirika hev re prîm nedin”

Yapicioglu bi nêzbûna hilbijartina mehellî nerîna partîya xwe ya derheqê sîyasetê de jî axivî û got ku ji teref hemû kesan ve tê gotin ku sîyaset gemar bûye. Bal kişand ku hinek partî ji bo menfeatên xwe yên sîyasî zarokên gelê me dikin qirika hev, bila li hember van kesan dîqet bê kirin.

Yapicioglu îfade kir ku hinek partîyên sîyasî, serokên partîyan û namzedên serokên şaredarîyan uslûb  û zimanekî ki mirovan dikin qirika hev û mirovan sor dikin bikar tînin, divê ji sîyasetnedarên ewakî re prîm neyê dayîn û ji wan re îtîbar neyê kirin.

“Kî were ser meqamekî, bila zanibe ku ew der meqamê xizmetê ye”

Yapicioglu îfade kir ku ew namzedên xwe yên serokê şaredarîyan li gorî ‘edalet, emanet, ehlîyet û lîyaqatê’ nîşan dane û weha got, “Ya yekemîn em dibêjin ‘Pêşî Edalet.’ Em dibêjin ku; divê armanca sîyasetê tesîskirina ji nû ve yê edaletê be, xizmet bi şekleke adil were belavkirin. Namzedê ku hatîye bijartin divê ji hemû kesan re xizmetê bike.

Ya duyemîn ‘emanet’. Belê, wî serokê ku tê meqamê serokekî wisa be ku dema ji wî re emanet bê teslîmkirin divê ji wê emnetê re îxanetê neke. Me di vê şiûrê de namzedên xwe bijartîye, me însanên wisakî derxistîye hemberî we û me got; ger ku xelkê me teweccûhê namzedê me bike û wan bînin desthilatdarîyê ew ê wî namzedê me jî di bin fikra ev der ji min re emanetekî ye de hereketê bike.

Ya sêyem û çaremîn jî ‘Ehlîyet û lîyaqat e’. Vana di bijartina namzedên me de krîterên me ne.”

“Ger ku namzedên me bi teweccûha xelkê me werin wan meqaman ew ê sîyaset û şaredartîya herî paqij bi îzna Xwedê wê vê milletê bibîne”

Yapicioglu bal kişand ku namzedên wan ji xwe re Hezretî Yusuf mînak girtine û bi wê şeklê ew ê xwedî li malê vê milletê derkevin, “Birayên  me yên ku me wan kirîye namzedê serokê şaredarîyê, ew ê xwedî li malê miletê derkevin. Ne hewceye ku mirovekî di her meseleyê de pispor be. Wî mirovê ew ê çi bike? Ger ku hewce be ew ê di warê lazimatîyê de ji bona xizmetê pisporan bîne, ew ê wan îstîhdam bike û ew ê xizmeta xwe bike. Me ji xwe re dersekî ewakî derxistîye. Em dibêjin ku; ‘Bi îzna Xwedê ger ku namzedên me qezenc bikin û werin wan meqaman, ew ê malê milletê pir baş biparêzin.’”

“Em ê malên şaredarîyê ji tu kesî re pêşkêşî nekin”

Yapicioglu derheqê nerîna partîya xwe ya sîyasetê de jî axivî û weha axivî, “Em ê, tu dem di nav xwe de mirovê ku destê xwe dirêjê malê xelkê bike û malê wan bide ser navê xwe nehewînin, em ê qisûrê wî jî veşêr nedin, em ê malê şaredarîyê ji tu kesî re pêşkêşî nekin. Em ê şaredartîya civakî derbixin pêşî, Elhemdulîllah memleketê me bibereket e. Ez wisa bawer dikim ku ev memleket ne tenê ji 85 milyon însanan re, ev memleket ji 185 milyon însanan re qîm dike. Feqet di belavkirina qezencê de pirsgirêkekî heye. Ji ber wê yekê em dibêjin ku ew ê ji wan kesên ku di şaredarîyê de para xwe negirtine re heqê wan bê dayîn. Mînak em dibêjin ku lazimatîya ciwanên me hene, em lazimatîya wan dibînin, zanin û li gorî wan lazimatîyan projeyên me hene. Em nabêjin em ê tenê di warê meddî de destê xwe dirêj bikin. Mînak li çar alîyê welat ciwanên me ketine nav gemarîya tîryakê, di vî warî de ji me re gelek gazin û gilî têne kirin. Tiryak tenê bi tedbîrên polêsvanî pêşîya wî nayê girtin, ev tişt bi zêdekirina cezayan nayê çareserkirin. Di micadeleya bi tiryakê de bar li ser milê hemû kesê dikeve. STK, malbat, camî, dibistan divê hemû kes mesulîyeta xwe bi cîh bîne. Ji bona vêya projeyên me hene û namzedên me jî di vî warî de hene.”

“Ji bona ku şaredartîyekî bêtorpîl em ji xelkê xwe rayan dixwazin”

Yapicioglu ji bona ku namzedên partîya wî bibin desthilatdar ji xelkê rayan xwest, “Emê xelkê xwe nexapînin, em ê ji wan re derewan nekin, em ê dest dirêjê malên wan nekin, em ê ji wan re îxanetê nekin. Bi îzna Xwedê em ê ji emanetê re îxanetê nekin. Em ê xizmetê jî di nav edaletê de bikin. Pereyên ku ji şaredarîyê re têne dayîn qîma şaredarîyê dike û wê şaredarî jî bi wê pereyê dikare ji bajara xwe de xizmetekî piranî bike. Lê di şaredarîyan de îsref têne kirin. Em ji bona ku şaredarîyekî torpîl di nav de tineye ji xelkê xwe rayên wan dixwazin.”

“Kuwayî Mîllîye çibe îro HAMAS jî ew e”

Zekerîya Yapicioglu ji Ozgur Ozelê ku ji HAMASê re gotibû terorîst re jî bertek nîşan da û weha got:
“Ne hewceye ku em qala yekî dinê bikin, ez cardin ji li vê derê bang dikim, bila hemû kes derkeve û qala xwe bike. Hinek hene derdikevin ji HAMASê re dibêjin ‘rêkxistina terorê’, şerm jî nake! Û ev gotina xwe carekî tenê jî nabêje. Dema ku hûn ji vêya re bertekê nîşan didin jî derdikevin dibêjin min tiştekî ewakî negotîye, min negotîye ku ‘HAMAS rêkxistina terorê ye’. 100 sal berê Kuwayî Mîllîye çibûse îro jî HAMAS ew e. Yên ku ji wan re dibêjin terorîst bi îzna Xwedî ew ê ebedî ji dilê xelkê me tune bibin. Ji ber ku ew jî vê tiştê dibînin loma gavên paş davêjin.”

Piştî vekirina Lokalê Yapicioglu bi otobûsa partîya xwe xelkê silav kir. (ÎLKHA)