Li Efxanistanê otobusa rêwîyan qeza kir: 21 mirî, 38 birîndar

Di encama qezaya ku li Efxanistanê pêk hat de 21 kesan canê xwe ji dest dan û 38 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 17.03.2024 13:30:20 / Güncelleme: 17.03.2024 13:30:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza di wextên şeveqê de li ser rêya navçeya Gereşka girêdayê parêzgeha Helmandê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan a ber bi Heratê ve diçû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ji ber ku tekela wê teqîya û li tankêrê qelibî û otobus şewitî.

Di encama qezayê de 21 kesan canê xwe ji dest dan û 38 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)