Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket  31 hezar û 645 kesan

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Ekleme: 17.03.2024 13:20:23 / Güncelleme: 17.03.2024 13:20:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ev bû zêdetirî 5 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Li gorî agahîyên dawî yên ku hatin bidestxistin di 24 seatên dawî de 92 Filistînîyên din jî ji teref siyonistan ve hatin şehîdkirin ku bi van şehîdên dawî hejmara kesên şehîd bûyî derket  31 hezar û 645 kesan.

Hat hînbûn ji ber êrîşan heta niha 73 hezar û 676 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)



Etiketler: