Li Bolîvyayê ji ber barana zêde 52 kesan canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin li Bolîvyayê ji ber barana zêde 52 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 17.03.2024 12:15:07 / Güncelleme: 17.03.2024 12:15:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di serî de li bajara La Pazê û her wisa li gelek bajarên welêt ji ber baranên zêde lehî rabû ku ji ber van lehîyan gelek avahî û mal zirar dîtin û di bin avê de man.

Hat diyarkirin ji ber lehîyên ku li gelek warên welêt rabûne heta niha 52 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kes winda bûn û 51 hezar û 668 kes jî bi şiklekî menfî tesîrdar bûn.(ÎLKHA)