Hat ragihandin li nêzî gundê Bagudoya ku li ser Nehra Nîjerê ye keştiyek binav bû, di encama binavbûnê de 53 kes jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya ku ji teref Sileyman Muhammed ve li ser navê Ajansa Rewşa Acîl ya Neteweyî ya Nîjeryayê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin di qezaya ku li nêzî gundê Bagudoya ku li ser Nehra Nîjerê ye pêk hat de 53 kes jiyana xwe ji dest dan.
Muhammed di berdewama axavtina xwe de diyar kir di encamên xebatên ku hatine kirin 47 kes hatine rizgarkirin û ji çend rêwiyan jî xeber nayê standin.(ÎLKHA)
Muhabir: Doğru Haber