Hat ragihandin li Parîsa paytexta Fransayê di şewata ku di avahîyekê de derket de 8 kes mirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li herêma 16emîn a Parîsa paytexta Fransayê di avahîyeke 8 qetî de şewat derket. Di encama şewata ku derket de herî kêm 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 30 les jî birîndar bûn û hinek kesên ku derketibûn li ser banê avahîyê ji teref îtfaîyevanan ve hatin rizgarkirin.
Tê diyarkirin di şewatê de 3 îtfaîyevan jî birîndar bûn û hêj sedema şewatê nayê zanîn.
Li gorî agahîyên ku di çapemenîyê de pîrekeke ku tê diyarkirin şewatê derxistiye ji teref polêsan ve hatiye binçavkirin.(ÎLKHA)
Muhabir: Doğru Haber