Hat ragihandin li Brezîlyayê ji ber hilweşîna bendavê hejmara mirîyan derket 134 kesan û hêj ji 199 kesan agahî nayê wergirtin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber bendava ku rodja înê hilweşîya heta niha 134 kes jiyana xwe ji dest dan. Berdevkê Parastina Sîwîl a Mînas Geraîsê Flavîo Godînho derbarê mijarê de diyar kir hejmara windayan ji 287 kesan derket 199 kesan.
Ji ber hilweşîna bendavê ji herêmê 3 hezar kes hatin tahlîyekirin.(ÎLKHA)
Muhabir: Doğru Haber