Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin li 17 gund û gundikên ku girêdayê Licê û Pasûra Diyarbekirê ne ji ber operasyona ku dê bê tertîpkirin derketina derve hat qedexekirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de navê gund û gundikên ku lê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin wisa hatin birêzkirin: " Gundên bi navê Çirali, Kiyikoy, Dallica, Kutlu, Oyuklu û Turelîya girêdayê Licê û gundên bi navê Karaagaç, Kamişli, Çukurca, Demîrlî, Bayirkoy, Bagcilar, Akbulak, Duzce, Temren, Uygur û Taşkopruya girêdayê Pasûrê."(ÎLKHA)

Muhabir: Doğru Haber