Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 26 hezar û 257 kesan
Li Xezzeyê ji destpêka êrîşên rejîmê îşxalker a sîyonîst vir ve hejmarê şehîdan derket 26 hezar û 257 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 64 hezar 797 kesan.
Berdevkê Wezareta Tenduristî yê Xezzeyê Eşref El Qudra diyar kir ku rejîma îşxalker, di encama 18 qetlîamên ku di nav 24 seatên dawîn de li dar xistine de 174 kes şehîd bûn, 310 kes jî birîndar bûn.
Qudra, bi tevî vê diyarîyê îfade kir ku hejmarê şehîdan derket 26 hezar û 257 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 64 hezar 797 kesan.(ÎLKHA)