Li Îspanyayê bi sed hezaran kes bi slogana "Qirkirina li Filistînê bisekinînin" meşîyan
Hat ragihandin li Îspanyayê bi banga Tora Piştevanîya li Dijî Îşxalkirina Filistînê bi sed hezaran kes bi slogana “Qirkirina li Filistînê bisekinînin” xwepêşan tertîp kirin.
Hat hînbûn zêdetirî 100 sazîyên sîwîl beşdarî banga Tora Piştevanîya li Dijî Îşxalkirina Filistînê bûn û li zêdetirî 90 bajar û navçeyê bi sed hezaran kes daketin kolanan û destekên xwe ji bo Filistînê anîn zimên.
Xwepêşandêrên ku daketin kolanan banga sekinandina qirkirin û qetlîama ku li Filistînê tê kirin, kirin.
Xwepêşandêrên ku li Madrîdê kom bûn di dema xwepêşandanê de pankartên ku li ser wan “Qatil Netanyahu, Filistîna Azad, Îsraîl lê dixe Amerîka û Yekîtîya Ewrûpa sponsorîyê dike” vekirin.
Di xwepêşanên ku hatin lidarxistin de xwepêşandêran ji hikûmetê daxwaz kirin ku têkilîyên xwe bi rejîma îşxalker re bibirin.(ÎLKHA)