Rejîma îşxalê 5 Filistîyên din jî desteser kir
Rejîma îşxalê 5 Filistîyên din ên ku berî niha hatibûn berdan di serdegirtina ku li bajara Cenînê hat kirin de dîsa desteser kir.
Rejîma teror û îşxalê wan Filistînîyên ku berî hatibûn girtin û hatibûn berdan bi serdegirtin û êrîşên ku dike cardin desteser dike.
Di encama serdegirtinên ku hatin kirin de li Cenînê 5 kesên bi navê Majed, Huseyin, Beşar Nairat û Muhammed Usame el-Şaib hatin desteserkirin.
Hejmara wan Filistînîyên ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref îşxalkeran ve hatin desteserkirin derket nêzî 7 hezar kesan.(ÎLKHA)