• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Zirarê didin erdên zireatê jî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev bû 79 roj ku rejîma teror û îşxalê êrîşê dibe li ser Xazzê… Siyonist di van êrîş û qetlîamên xwe de bes însanan qetil nakin û avahîyan xera nakin; bi heman awayî zirarê didin tebîat û erdên zireatê jî.

Buroya Îstatîstîkê yê Navendî ya Filistînê derbarê zirara ku siyonistên terorîst bi qesdî didin erdên zireatê de daxuyanîyek belav kir.

Li gorî agahîyên ku ji teref Buroya Îstatîstîkê yê Navendî ya Filistînê ve hatine belavkirin û li gorî qeydên stalaytê yên ku hatine bidestxistin siyonist li Xazzê erdên zireatê tarûmar kirine.

Li gorî rapora buroya Îstatîstîkê yê Navendî ya filistînê li Xeta Xazzê ji sedî 18ê erdên zireatê yên li Xazzê ji teref siyonistan ve bi qesdî hatin hedefgirtin.

Di berdewama raporê de hat diyarkirin ev zirar û ziyan li li bakurê Xazzê ji sedî 39, û li navenda wê jî ji sedî 27 e.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir