• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Parlementerê HUDA PARê Demîr:  Tofana Eqsayê tenê ne şerê Filistînê ya temamê ummeta Îslamê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Demîr di axavtina ku kir de got ku Tofana Eqsayê tenê ne şerê Filistînê ya temamê ummeta Îslamê ye.

Li Entabê îro ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve mîtîngeke bi navê “Mîtînga Desteka Ji Bo Quds û Tofana Eqsayê” hat lidarxistin.

Bername bi tîlaweta Quranê dest pê kir û bi axavtinan berdewam kir.

Şahzade Demîrê Parlementerê Entabê û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê  jî mîtîngê axavtinek kir û Operasyona Tofana Eqsayê û qetlîama ku ji teref siyonistan ve li Xazzeyê tê kirin û bêdengmayîna alema Îslamê nirxand.

“Tofana Eqsayê  şerê temamê ummeta Îslamê ye”

Şehzade Demîr di destpêka nirxandina xwe de got ku hinek dixwazin sînora meseleya Tofana Eqsayê teng bikin û wiha got: “A niha zihniyet heye ku dixwazin cepheyê biçûk bikin, fitn û fesadîyê têxin nav me û dixwazin me tevekan bi hev re mexlûb bikin. Tofana Eqsayê ji teref  6-7 hereketên ku endamên odeya operasyona hevpar bûn ve hat organîzekirin. Ev yek tezahura hevpar a îradeya temamê birayên me yên Filistînî ye. Ji ber vê yekê Tofana Eqsayê tenê ne şerê Filistînê û HAMASê  ya temamê ummeta Îslamê ye. Hetta dibe ku ev şer şerê însanîyet û siyonizmê be.”

“Micadeleya bi siyonizmê re û midafaya Xazzeyê wezîfe û mesûlîyeta temamê însanîyetê ye”

Demîr di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser micadeleya bi siyonizmê û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Siyonizm xwedî zihniyetek wisa ye ku dixwaze temamê însanîyetê têxe xizmeta xwe. Û ji bo vê yekê jî temamê qetlîaman, qetilkirina zarok, pîrek, îxtîyar û bebekan ji xwe re meşrû dibîne. Siyonizm xwedî zihniyeta wehşeteke wisa ye. ji ber vê yekê micadeleya bi siyonizma ku rêxistina herî mezin a cîhanê ye re û midafaya Xazzeyê wezîfe û mesûlîyeta temamê însanîyetê ye. Ji bo xwedîtî li mudafaya Xazzeyê bê kirin divê herkes dengê xwe li dijî siyonistan derbixe.”

“Mixabin lîderên welatên Îslamê tiştekî nekirin”

Demîr di dawîya nirxandina xwe de got ku gelê Misliman tev li dijî qetlîama li Xazzeyê rabûne li ser pîyan û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê belê mixabin lîderên welatên Îslamê tiştekî nekirin.Bi teşebbûsên burokratîk û bi navbeynkarîyê pêşîya siyonizmê nikare bê girtin. Em jî mîna Ehmed Yasîn wan îdarevanên ku qewwet û îmkanên wan hene lê belê li dijî siyonistan tiştekî nakin şîkayetî Xwedê dikin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir