• DOLAR 32.374
  • EURO 34.818
  • ALTIN 2407.131
  • ...
Li navçeya Egila Dîyarbekirê qeza: 1 mirî, 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tira bi plaqeya 63 ABF 650 ya ku di bin îdareya Serkan Oruç de bû, li alîyê Gundê Dereya navçeya Egila Dîyarbekirê bi terektora bi plaqeya 21 HC 249 ku di bin îdareya Abdurrahîm Laçîn de bû û bi wesayîta bi plaqeya 07 ASD 857 ku di bin îdareya Mehmet Selîm Polat de bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de şofêrê terektorê Abdurrahîm Laçîn canê xwe ji dest da.

Şofêrê tirê Oruç û şofêrê wesayîtê Polat, xanîma wî Fatma û zarokên wî Yagmur, Zehra û Berat Polat jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir