Rejîma sîyonîst, dibistana El-Faxurayê bombebarand: Herî kêm 15 şehîd
Wezareta Karên Hindir yê Fîlîstînê, daxuyand balafirên şer ên rejîma îşxalker a sîyonîst bombe li ser dibistana El-Faxurayê barand, di encamê de herî kêm 15 Fîlîstînî şehîd bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hindir yê Fîlîstînê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Îşxalkeran dibistana El-Faxurayê ku li rojavaya Kampa Miltecîyan a Cîbalîyayê ye û bi hezaran mirovên ku ji cîhê xwe bûne di nav de ne tê de ne bombebaran kir, di encamê de gelek Fîlîstînî şehîd bûn û gelekên wan jî birîndar bûn.”
Rejîma îşxalker li Xezzeyê êrîşkirina ji Nexweşxane, camî û cîhên sîvîlan re didomîne. (ÎLKHA)