• DOLAR 32.9
  • EURO 35.335
  • ALTIN 2460.638
  • ...
Sûcên şer ên siyonistan zêde dibin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şebekeya teror û îşxalê bi desteka Amerîkaya şeytanê mezin sûcekî din a şer kir. Rejîma terorê li Xazzeyê êrîş bir li ser mekteba Usame bîn Zeyd. Di êrîşê de zêdetirî 20 kesan şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Rejîma terorê li Xazzeyê êrîş bir li ser mekteba Usame bîn Zeyd. Di êrîşê de zêdetirî 20 kesan şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li mekteba ku hat bomberankirin kesên ku ji cî û warên xwe hatibûn kirin û bêmal bûn diman.

Hamasê derbarê qetlîama ku bi desteka Amerîkaya şeytanê mezin ji teref şebekeya teror û îşxalê ve hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

Hamasê di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir Bîden û Amerîka mesûlê vê qetlîama ku ji teref siyonistan ve hatine kirine.

Hamasê di berdewama daxuyanîyê de ragihand hêj ji ser qetlîama ku li ber nexweşxaneya şîfayê hatibû kirin seatek derbas nebûbû ku qetlîameke din li mekteba Usame bîn Zeyd hat kirin û ev qetlîam yek ji wan qetlîamên nû yên îşxalkeran e.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir