• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Micahîdê Qassam diyarîya îşxalkeran dide wan: “Êdî ewê nebînin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tugayên Şêx Îzzeddîn El Qassamê baskê leşkerî yê HAMASê, li Xezzeyê micadeleyekî mezin nîşan dide û qira sîyonîstan tîne. Ew dîmenên dema oprasyonê jî parve kirin.

Tugayên Qassam, di dîmena ku doh êvarê belav kir de ka ew çawa midexele li wesayîtên îşxalkeran dikin nîşan dan.

Di dîmenê de micahîdekî di nav tinêlê de derdikeve, nêzê tankê têt û teqemenîyê datîne li ser tankê dûre jî vedigere û dûre jî micahîdekî dinê bi roketa El Yasîn 105ê tankê îmhe dike.

Di dîmenan de hat dîtin ku micahîd dema ku diçe cem tankê ayeta 9em a sûreya Yasînê dixweyîne û weha dibêje, “Me setekî li ber wan û li paş wan danîye, bi vê şeklê me çavên wan perde kirîye; êdî ew nabînin.”

Di dîmenan de tê dîtin ku micahîdan cardin tênê cîhê çalakîyê û li enqaza tankê dinhêrin.

(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir