Di pevçûnên li Xezzeyê de 23 sîyonîst hatin kuştin
Rejîma îşxalker a sîyonîst, daxuyand di êrîşên wan a li dijî Xezzeyê de 4 leşkerên wan yên dinê jî hatine kuştin, hejmara leşkerên xwe yên bi tevahî jî diyar kirin ku 23 kes in.
Rejîma sîyonîst, daxuyand ku di pevçûnên li Xezzeyê de 4 leşkerên wan yên dinê jî mirin, 2 qaşo leşkerên wan jî giran birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku li gorî vêya hejmarê mirîyên sîyonîstan a ji 31ê Cotmehê heta niha derket 23 kesan.
Derheqê hejmarê birîndaran de ti agahîyek nehat dayîn.
Tugayên Îzzeddîn el-Qassam daxuyandibû ku hejmarê mirîyên sîyonîstan li gorî daxuyanîya wan zêdetir e. (ÎLKHA)