Hizbullahê balafira bêînsan a rejîma siyonîst xist xwarê
Tevgera Hizbullahê Lubnanê ragihand ku balafireke bêînsan a çekdar a rejîma îşxalker a siyonîst xist xwarê.
Hizbullahê diyar kir ku balafireke bêînsan a rejîma siyonîst li başûrê Lubnanê xistin xwarê.
Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:
“2ê Mijdarê roja Pêncşemê saet 12.35an piştî nîvê şevê Mucahîdên Berxwedana Îslamî li esmanê gundên El Malikiye û Hunîn balafireke bêmirov a ku li ser herêmên sînor ên bi Filistîna îşxakirî re difiriya kir hedef û hat xistin xwarê.” (ÎLKHA)