• DOLAR 34.118
  • EURO 38.144
  • ALTIN 2874.741
  • ...
Ji Yekîtîya Alimên Misilman yê Cîhanê fetwaya ‘Xezzeyê’: Midexeleya leşkerî ya welatên Îslamî ferz e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komîteya Fetwa û Îçtîhatê ya ku girêdayê Yekîtîya Alimên Misilman yê Cîhanê ye bi sernava “Fetwaya mesulîyetên bireveberîya welatên Îslamê ên derheqê herba li Xezzeyê de” daxuyanîyek belav kir.

Di fetwaya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji bona ku komkujîya li Xezzeyê dawî bibe lazim e ku bireveberîyên welatên Misilman bi lez dest bi hereketê bikin û di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Terk kirina Xezze, Mescîdî Eqsa û Fîlîstînê ya ji komkujîyê re, ji Xwedê û Resulê wî re îxanet e.”

Di fetwayê de weha hat gotin:

“Hikumetan û artêşên fermî di nav peyman û stratejîkên navneteweyî de mecbur in ku di warê dînî, sîyasî, hiqûqî û exlaqî de destekê bidin Fîlîstînê û di vê çarçoveyê de ji bona ku ew Xezzeyê ji wê komkujîyê û xerakirinê xelas bikin di çarçoveya desthilatîyên meşru yên li ser xelkan û menfeetên gelan û herêmê de midexeleyê bikin.

Di serî de cîranên Fîlîstînê Misir, Urdun, Libnan û Sûrîye dûre hemû welatên Erep û Îslamê lazim e ku ji berxwedan û bireveberîya Fîlîstînê re desteka leşkerî bidin û midexeleyekî leşkerî li dar bixin, ev jî di warê dînî de ferzîyetekî ye.

Lazim e ku ev midexeleya leşkerî, di nav zeafîyet û tereddudên ku bi dehan sal e di holê de ye neyê kirin, ji cîhê vêya divê di nav tîfaqekî de ev midexele bê kirin.

Rojava, ji îsreîlê re xeyn ji desteka leşkerî, aborî û medyayê alîkarîya destekê jî dide. Welatên Erep û Misilmanan jî divê destekekî wek vêya ji Fîlîstînê re bidin.

Hefskirina artêşan a ji leşkergehan re, zingarkirina çekan û hilweşîna sîsteman ên ku hejmarê wan nêzê 4 milyonan e û her sal ji wan re 170 mîlyar dolar tê xerckirin ne tiştekî rast e. Cîhad kirina li Fîlîstînê û çûndina li wê derê, ferzîyetekî dînî ye.

Terk kirina Xezze, Mescîdî Eqsa û Fîlîstînê ya ji komkujîyê re ji gunehên herî mezinan yek e.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir