Tugayên Qassam, wesayîta leşkerî ya rejîma îşxalkeran kirin wek xwelîyê
Tugayên Îzzeddîn el-Qassam yê baskê leşkerî ya HAMASê, daxuyand ku ew li rojhilata Xezzeyê wesayîtekî aîdê rejîma îşxalkeran kirin hedef û teqandin.
Di daxuyanîya ku ji teref Tugayên Îzzeddîn el-Qassam ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku îşxalkerên ku ketin nav Taxa Ez-Zeytunê bi roketên “Yasîn 105”ê hedef girtin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin, wesayîta leşkerî ya îşxalkeran şewitî û bû wek xwelîyê. (ÎLKHA)