Ji çar alîyê Tirkîyeyê wê ji Baregeha Încîrlîkê re meş bê lidarxistin
Weqfa Karwana Hêvîyê, Weqfa alîkarîya însanî ya ÎHHyê û Komeleya Mavî Marmarayê ji bona ku baregeha Încîrlîkê ya ku ji Tirkîye û Rojhilata Navîn re tehdîdekî ye re bê girtin ew ê ji çar alîyê Tirkîyeyê meşek lidarbixin û ji bona beşdarîyê bang li hemû xelkê Tirkîyeyê hat kirin.
Bi sernava “Ji Hemû Tirkîyeyê Bi Tevî Wesayîtên Xwe Diçin Baregeha Încîrlîkê” civîneke çapemenîyê hat lidarxistin.
Di civîna ku ji teref Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran, Serokê Giştî yê ÎHHyêBulent Yildirim û Serokê Komeleya Mavî Marmarayê Beheştî Îsmaîl Songur ve hat lidarxistin de bang li xelkê hat kirin.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku bila roja Înê hemû xelkê Tirkîyeyê bi wesayîtên xwe yên taybet û otobûsan werin ber Baregeha Încîrlîkê û ewê ji bona ku ew baregeh bê girtin wê wî dorpêç bikin. (ÎLKHA)