• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Dayîkên Dîyarbekirî ji bo Xezzeyê meşîyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi hezaran pîrek ên ku li ser Ceddeya Ehmedî Xanî yê Dîyarbekirê kom bûn, bi siloganên ji bo desteka Fîlîstînê dest bi meşê kirin.

Pîrekên ku meşîyan bi tevî bebikên maket yên bi xwîn meşa xwe domandin.

Pîrekên ku hatin li ber Kona ku ji bo Xezzeyê hatibû vekirin, li vê derê daxuyanîya çapemenîyê lidarxistin.

Alîkara Serokê Giştî yê Mesulê Malbatê yê HUDA PARê Sema Yarar berîya daxuyanîya çapemenîyê axavtinek kir û weha got:

“Ey serokên Misilmanan! Obala bêdengîya we wê gelek giran be”

Yarar di axavtina xwe de weha got, “Em dayîk in, ka gelo dilê kîjan dayîkê ji ev zilmê re dikare bisekine? Heqê ti kesî tineye ku ji wan zarokên mesum û pîrekên bêkes re zilmê bidin jîyankirin. Ey komeleyên pîrekan, hûn li ku derê ne, hûn çima ev wehşeta ku ji pîrekên Xezzeyî re tê kirin nabînin? Ey hiqûqa navneteweyî! Îsraîla sîyonîst qetlîamê dike, komkujîyê dike. Çima hiqûqa we ji bona wan bikar nayê? Ey serokên Misilmanan! Rojava dîsa rojavatîya xwe nîşan da ma gelo hûn çima ji ev tiştê re bêdeng dimînin? Wallehî ew ê obala bêdengîya wê gelek giran be.”

Yarar destnîşan kir divê hemû minasebetên bi rejîma îşxalker re hene bên qutkirin, lazim e ku baregehên Kurecîk û Încîrlîkê bên girtin dûre Yarar weha got, “Bombeyên Fosforê wek baranê li ser serê wan dibare. Xezzeya ku 20 rojî zêdetire di bin abluqayê de ye; bêceryan, bêav, bêxwarin in û hemû têkilîyên wan ên bi dinyayê re hatine qutkirin. Li Xezzeyê pîrek û dayîk zarokên xwe birçî dikin binê erdê. Dilê kîjan dayîkê digre ku zarokê xwe birçî bihêle? Êdî tehemila ti kesî ji vê zilmê re nemaye.”

Piştî Sema Yarar Seroka Baskên Pîrekên Bajêrê Dîyarbekirê yê HUDA PARê Habîbe Gunel daxuyanîya çapemenîyê xwend.

“Roja 7ê Cotmehê roja reş a sîyonîst û kuçikên wan e, lê ji bo Misilmanan jî roja îftîxarê ye”

Gunel di daxuyanîyê de weha got, “Piştî 75 salan zilma ku sîyonîstan didome bi operasyona Tofana Eqsayê yanê roja 7ê Cotmehê, roja reş a sîyonîstan û kuçikên wan e, lê ew roj ji bo Misilmanan jî bûye roja îfrîxarê. Êtîmên Xezzeyê mezin bûne û ji micadeleyekî navdar re îmzeyê avêtine. Çeteya tirsonek yê îşxalker jî zarok, pîrek û sîvîlên mesum hedef digre û di dîroka însanîyetê de qetlîamên xwe yên hovane û canî bikartîne. Rojavayê ku qaşo tîmsala medenîyetê ye jî ji ev qetlîaman re bi alenî destekê daye û destê xwe bi xwîna zarokan re qirêj kirine.”

“Îro dinya însanîyeta xwe li Xezzeyê winda kirîye”

Gunel weha axavtina xwe berdewam kir, “Dîrok cardin nîşan da ku Her tiştê Rojavayê ku derheqê mafên însanîyetê de derxistine ti ferqa wan ji çîroka zarokan tineye û ew dirûne. Meseleya Fîlîstînê cardin nîşan daye ku tetbîqkirina hiqûqa navneteweyî li gorî xestinê ye, mafên însanîyetê jî li gorî nîjad û bawerîyê ye. Zîra ji 20 rojê zêdetir e dinya ji komkujîyekî ku li Xezzeyê tê kirin re şahid dibe. Ji 7ê Cotmehê heta niha 2 hezar û 700 heb zarok hatine qetilkirin û ev jî dilê me gelek diêşîne. Her roj qîrîna wan dayîkên ku zarokên xwe winda kirine dilê me diêşîne. Em jî wek dayîkên Dîyarbekirê ji van  jan û êşan re dibin hevpar û êşa wan hîs dikin.”

“Êş û jana dayîkên Xezzeyî, êş û jana me dayîkên Dîyarbekirîyan e”

Gunel di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em ji li vê derê îlan dikin ku, êş û jana dayîka Xezzeyî ya ku nizane ji kîjan zarokê xwe re bigrî, êş û jana me dayîkên Dîyarbekirîyan e. Emaneta dayîkên şehîd yên ku ti kesekî nabînin ku zarokên xwe emanetê wan bikin yên mene. Em ê ji mala xwe re malên ku ji sîyonstan re dibin sermaye wê nestînin. Bi îzna Xwedê em ê jî wek dayîkên Fîlîstînî zarokan perwerde bikin û ji Ummetê re bibin şanazî.” (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir