• DOLAR 32.249
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2444.315
  • ...
Hizbullahê li Lubnanê topbarandina mewzîyên îşxalkeran didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hizbullahê îro ragihand ku leşkerên îşxalker ên li Girê Ebû Decak li nêzî baregeha “Zeraît” kom bûne bi çekan kirine hedef û di encamê de birîndar bûne.

Li aliyê din televîzyona El Meyadîn a Lubnanê ragihand ku di vê çalakiyê de leşkerek mir û kesek jî birîndar bûye.

Her wiha hate gotin ku di encama êrişên Heşda Şeibî de agir bi çend cihên nêzîkî baregeha El-Abad a îşxalkeriyê ketiye.

Hate ragihandin ku rejîma îşxalker li derdora gundê Beyt Lev jî bi balafiran êrîş birin li ser Girê Halta.

Hêza Demkî ya Netewên Yekgirtî li başûrê Lubnanê (UNIFIL) ragihand ku navenda wê ji aliyê topxaneyê ve hatiye xistin, û tekez kir ku ew "hewl dide jêderê piştrast bike" piştî aloziya leşkerî di navbera Hizbullah û "Îsraîl" de li devera sînorî. Hêjayî bibîrxistinê bû ku ev êrîş bi êrîşa rejîma îşxalker a li ser Şerîda Xezzeyê re hevdem bû.

Di heman demê de, Hîzbullah îro dîmenên operasyona meha Cotmehê belav kir, ku tê de tanka "Merkava" ya îşxalkirî li nêzîkî baregeha "Avîvîm" bi mûşekên rênîşander kirin armanc û rastî lêdana rasterast hat. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir