• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Xelef Yilmaz: “Ev da’wa hanê ne da’wa Kurd û Tirk û Ereb û Farisan e. Ev da’wa Qudsê dawa ummetê ye”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARÊ bang kir ku bila temamê hemwelatî li her bajarî derkevin meydanan. Li Diyarbekrê jî HUDA PARê wek acîl doh êvarê li ber merkeza dan û sitendina Ceylan Karavîlê bername lidar xist.

Bername bi xwendina Quranê dest pê kir.

Piştî Quranê nivîskar û sîyasetmedaran derbarê êrîşên siyonîstan de beyanat dan û siyonîstan telîn û şermezar kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Xelef Yilmaz, derbarê zilma siyonîstan de û operasyona Tofana Eqsayê de axivî û weha got: Ummet bê deng e, êdî bes e. Ji welatên Îslamê tu umîd tine ye. 57 welatên Îslamê hene, lê belê vêga kulmeka musluman wezîfeya bedelî van welatan e. Ey Serokcûmhûr Erdogan, umîdeka me ji te hebû. Em naxwazin ew umîd biçe. Heger ew umîd biçe, wê çaxê wê rewş cûda be. Te firseta Selhaddînbûnê ji dest da. Ev îhtîmal hê heye. Lê belê ez vê yekê weha dibînim ku wê Selhaddînbûnê ji Erdogan re nesîp nebe.”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir “Ev da’wa hanê ne da’wa Kurd û Tirk û Ereb û Farisan e. Ev da’wa Qudsê dawa ummetê ye. Êdî bila wek dewra Selhaddîn Eyyûbî, ji vê derê esker û mêrxasrabin, bila Mûş, Diyarbekir, Batman, Mêrdîn, Şirnex, Batman, Riha, Entab  û bajarên din bibin yek. Di vî warî de wek Selhaddîn û arteşa Selhaddîn hereket bikin.Belê boyqotkirin pir mûhîm e. Lazim e ku em mehsûlên siyonîstan nexin malên xwe. Em nexwin û venexwin û îstîmal nekin. Lê belê ya mûhîm ev e… Mehsûlên siyonîstan li ax û welatê me çi dikin?. Bila welatê me temamî îrtîbat û têkiliyên xwe bi siyonîstan re qut bike.”

Bername bi dûayê bidawî bû.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir