• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Êlihê pîrekek hemû bazinên xwe ji bo Xezzeyê bexş kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bomberandina Emrîqa û gelek welatên Ewrupayê a li ser Xezzeyê hêna jî berdewam dikin û li Xezzeyê xerabûn û wêranbûn jî bi şekleke tund didome.

Li Êlihê jî pîrekek ku nexwest bila navê wê bê dayîn, 5 bazinên xwe yên ku qasî 200 hezar lîreyî Tirkîyeyê ye ji bona ku bighêje Xezzeyê teslîmê Karwana Hêvîyê kir.

Dildarê Komeleya Êlihê yê Karwana Hêvîyê Ridvan Uzumcu ku bexşa pîrekê ji wê stand, ji ber ku ev xessesîyetê nîşan daye ji pîreka ku navê xwe nedaye re jî teşekkur kir.

“Bexş berdewam dikin”

Uzumcu bang kir ku bila bexş û alîkarî berdewam bikin, “Ev bû 3 hefteye ku rejîma îşxalker a sîyonîst li Xezzeyê komkujîya xwe didomîne. Rejîma îşxalker li wê derê nabêje ku ev zarok in, pîrek in û îtîyar in hemû kesan qetil dike. Ji ber qetlîam û embergoya ku rejîma îşxalkeran li Xezzeyê pêk tîne ji her alîyê welatîyên me, ji me re bexşan kirin û wan bexşên xwe jî didomînin. Îro jî xûşkeka me bazinên xwe yên di milê xwe de ku 115 gram in teslîmê me kir. Xwedê ji wê razî be. Em dixwazin ku bila alîkarîyên ewakî berdewam bikin û bila ji yên dinê re jî bibe teşwîq.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir