• DOLAR 32.225
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2452.466
  • ...
Dikandarên Dîyarbekirê beşdarî boyqotê bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Sura Dîyarbekirê, dikandar ji banga boyqotê re bêdeng neman û dolap û hilberînên Coca Colayê îade kirin.

Li Tirkîyeyê boyqotkirina malên rejîma îşxalkeran ehemmîyeteke mezin dît. Bi taybetî fîrmayên ku bi eşkere destekê didin rejîma îşxalkeran hatin boyqotkirin û ev boyqot jî her roj zêde dibe.

Hinek fîrmayên ku destekê didin rejîma îşxalkeran jî ji bona ku boyqota Misilmanan bişkînin di malên xwe de ji sedî 70 erzanîyê çêkirin.

Veberhênerên medyaya civakî, ji ev erzanîyê re bertek nîşan dan û gotin, “Demek ev mal bi vê fîyatê tê firotan” û bal kişandin ku van fîrmayan xwelkê îstîsmar dikin û keda wan dixwin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir