Yapicioglû li Wanê bi nûnerên STKyan, akademîsyen û rîsipîyan re hevdîtinê kir
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû ji bo beşdarî hinek bernameyan bibe hat Wanê. Di dema zîyareta Wanê de Yapicioglû bi nûnerên STKyan, akademîsyen û rîsipîyan re hevdîtinê kir.
![Yapicioglû li Wanê bi nûnerên STKyan, akademîsyen û rîsipîyan re hevdîtinê kir](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/dWAEZ7AsCEfRt-w4CZaIcFZHyxw=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/43/yapicioglu-li-wane-bi-nuneren-stkyan-akademisyen-u-risipiyan-re-hevditine-kir-21b66b5f.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Yapicioglûyê ku ji bo beşdarî Kongreya Asayî ya 4emîn a Wanê bibe hatibû bajar û heyeta pê re, bi nûnerên Sazîyên Civaka Sivîl ên ku li bajar feelîyetan dikin, akademîsyen û rîsipîyan re hat cemhev.
Di civîna ku li otelekî nav bajarê hat kirin de pirsgirêkên Wanê û herêmê ji Yapicioglû re hat gotin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê bersivên pisrgirêkan li cem xwe da nivîsandin û got ku ji bo van pirsgirêkan bên çareserkirin çi ji destê me tê emê bikin.
Civîn ji çapemenîyê re girtî hat lidarxistin. (ÎLKHA)