• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Abdullahîyan: Emrîqa, ji Îranê re du caran mesaj şîyand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahîyan, li Tehranê piştî formata 3+3 ya bi navê “Platforma Hevkarîya Herêmî ya Tesîsên Îstîqrar û Aştîya Mayînde a li Başûrê Qefqesyayê” civînekî çapemenîyê lidarxist.

Abdullahîyan di civîna çapemenîyê de îfade kir ku Emrîqa û welatên Ewrupayê ji bona ku li hember rejîma îşxalker a sîyonîstan cepheyekî dinê jî venebe ji Hîzbullahê re “bi dehan mesaj şîyandine” dû re Abdullahîyan weha got û ji Bîdenê re weha pirsî, “Emrîqa, ji Îranê re du caran mesaj şîyand. Di cara yekem de ji me re gotin ‘Em naxwazin ku herbê berfireh bikin’ di ya duyemîn de jî ji me xwestin ku em bi îtîdal bin. Emrîqa îddîa dike ku ew naxwazin herbê berfireh bikin û mezin bikin encax di alîyekî dinê de jî bi çekên ku du hefte berê şîyandibûn û bi wan çekan li Xezzeyê li dijî pîrek, zarok û sîvîlan êrîş hatibû û ev jî îspat kir ku ew destekê didin îşxalkeran. Ez ji li vê derê bang li Bîdenê dikim; Rîyakartîyê dawî bike. Di vê dewra hilbijartinê de ew mafên însanan ku hûn diparêzin gelo ev bû?” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir