Rejîma sîyonîst: Êrîşa bejayî ji ber sedemên stratejîk û taktîkî hatîye derengxistin
Berdevkê artêşa qaşo rejîma îşxalkeran Daniel Hagari, diyar kir ku êrîşa bejayî, ji ber sedemên stratejîk û taktîkî yên curbecur hatîye derengxistin.
Êrîşên rejîma îşxalkeran a li ser Xezzeyê di roja 18emîn de berdewam dike.
Hejmarê şehîdên Fîlîstînî 5 hezarî derbas kir.
Hagarî weha got, “Helbet em hazir in lê sedemên stratejîk û taktîkî yên curbecur hene. Em li temamê Rojhilata Navîn dinhêrin. Ji ber vê yekê me qerara derengxistinê girtîye.” (ÎLKHA)