• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2451.15
  • ...
Henîyye ji serokên alema Îslamê re got: Ji bona ku hûn hêrs bibin lazimatîya we ji çiqas xwînê re heye?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Henîyye got ku êrîşên sîyonîstan a li Xezzeyê ji “qetlîama tevahî” re vegerîyaye.

Henîyye diyar kir ku alema Rojavayê sekin û tewrekî “destekdayîna ji ev qetlîama tevahîyê re” nîşan didin û ev tişt nayê qebûlkirin.

Serokê Biroya Sîyasî yê Hamasê Henîyye diyar kir ku ev “destekdayîna ji ev qetlîama tevahîyê re” ya alema Rojavayê, wan ji qeyda sîcîla însanîyetê dixwîne xwarê.

Henîyye ji serokên alema Îslamê û welatên Erep re bang kir û weha pirsî, “Ji bona Xwedê ji bona ku hûn hêrs bibin hêj lazimatîya we ji çiqas xwîn û qetlîamê re heye?”, wî bal kişand ku divê serokan li hember ev herikîna xwîna zarok, pîrek û îxtîyaran tewr û sekinekî dîrokî nîşan bidin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir