Li Aksarayê qamyon û serwîsa karkeran li hev qelibîn: 17 birîndar
Li Akasarayê qamyon û serwîsa karkeran li hev qelibîn, di encama qezayê de 17 kes birîndar bûn.
![Li Aksarayê qamyon û serwîsa karkeran li hev qelibîn: 17 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/31W0OZu9IO0A_Tru5EH2ZZR6SuI=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/43/li-aksaraye-qamyon-u-serwisa-karkeran-li-hev-qelibin-17-birindar-e693f278.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Bûyer, li ser rêya Aksaray-Enqereyê li alîyê kîlometreya 10em pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûseke ku karkerên loqenteyê di nav de bûn û qamyonekî ku conega tê de bûn ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.
Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 17 kes birîndar bûn û hinek heywan jî telef bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye, AFAD, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Ji mirovên birîndaran re di cîhê qezayê de midexeleya ewil a tenduristîyê hat kirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)