Rejîma sîyonîst: Di nav 24 seatên dawîn de me 400 cîhan hedef girt
Di daxuyanîya ku ji teref artêşa qaşo rejîma îşxalker a sîyonîstan ve hat belavkirin de hat destnîşankiin ku li Xezzeyê di nav 24 seatên dawîn 400 cîhan hedef girt.
Êrîşên rejîma îşxalkeran a li ser Xezzeyê berdewam dike.
Rejîma sîyonîst a ku diyar kir ew 400 cîhan hedef girtine, di wan êrîşan de binesazîya HAMASê, tinel û navendên operasyonê hedefgirtine.
Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşan de camîyekî jî hedef girtine, lê derheqê mirina sîvîlan de ti axavtinek nehat belavkirin.
Di encama êrîşa ku doh hat kirin de pîrek, zarok, bebik û îxtîyar jî di nav de 110 Fîlîstînî hatin şehîdkirin. (ÎLKHA)