Li Stenbolê wê “Mîtînga Fîlîstîna Mezin” bê lidarxistin
Xezzeya ku rejîma îşxalker kirîyê binê abluqayê ev bû 17 roj e li hember komkujî û qetlîaman re rûbirû ye, ji ber vê yekê wê li Stenbolê mîtîngeke mezin bê lidarxistin.
Ji teref Serokatîya Bajara Stenbolê ya AK Partîyê wê di roja Şemîyê de mîtîngeke ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî bibe bê lidarxistin.
Tê texmînkirin ku ji mîtîngê re serokên tîfaqa cumhur jî beşdarî bibin.
Ji Mîtînga ku wê di Balafirgeha Atarirkê bê lidarxistin re ji Stenbol û çar alîyê welat gelek mirov beşdarî bibin. (ÎLKHA)