Fîlîstînîyê ku dema diçû hizûra Rebbê xwe pêçîya xwe ya şehadetê danexist xwarê
Fîlîstînîyekî yê ku di dema bomberadina rejîma îşxalkeran de şehîd bûbû û dema ku hatibû kefenkirin jî pêçîya wî ya şehadetê li pîya bû di medyaya civakî de bû rojev.
Rejîma îşxalker doh êvarê, li Xezzeyê êrîşî 320 cîhên ku di nav de nexweşxane, bazar û xanîyên sîvîlan hebûn kir, di êrîşê de 400 kes şehîd bûn.
Dema ku şehîdan dihatin kefenkirin pêçîya şehadetê ya Fîlîstînîyekî balan kişand li ser xwe. Wezareta Tenduristîya Fîlîstînê a li Xezzeyê, daxuyandibû ku di êrîşa rejîma îşxalkeran de 1873 jê zarok, 1023 jê pîrek tevahî 4 hezar û 651 kes şehîd bûbûn, 14 hezar û 245 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)