Rejîma sîyonist hejmara mirî û birîndarên xwe daxuyand
Di daxuyanîya ku ji teref artêşa qaşo ya rejîma îşxalê ya siyonistan ve hat belavkirin de hejmara mirî û birîndarên xwe daxuyand.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, di operasyona Tofana Eqsayê ya ku ji teref Hamasê ve li dijî wan hat destpêkirin de heta niha zêdetirî 1400 îşxalker mirine û zêdetirî 4 hezar û 600 îşxalker jî birîndar bûn.(ÎLKHA)