Di êrîşên rejîma siyonîst de 5 hezar û 500 avahî li Xezeyê bi temametî hilweşiyan.
Hat diyarkirin ku li Xezzeyê ji ber êrîşên rejima îşxalker a siyonîst ji 7ê cotmehê heta niha 5 hezar û 500 avahî bi temamî hilweşiyan.
Seroka Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezzeyê Selame Maruf derbarê zirarên ku ji ber êrîşên rejima îşxalker a siyonîst derketine de agahî da.
Maruf diyar kir ku di êrîşan de 5 hezar û 500 avahî ku ji 14 hezar û 200 xanî pêk tên bi temamî hilweşiyane.
Maruf, da zanîn ku 62 avahiyên giştî û 133 hezar û 370 xanî qismen zirar dîtine û destnîşan kir ku ji van 10 hezar û 127 avahî nikarin bên bikaranîn.
Her wiha hat ragihandin ku di êrîşan de 160 dibistan xisar dîtine û ji wan 19 dibistan ji xizmetê derketine. (ÎLKHA)