• DOLAR 32.219
  • EURO 35.255
  • ALTIN 2473.798
  • ...
Li Dîyarbekirê nobeda berxwedanê dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi banga Serokatîya Bajara Dîyarbekirê yê HUDA PARê li Dîyarbekirê bernameya nobeta berxwedanê ya bêdem dest pê kir.

Dîyarbekirîyên ku di nobeda berxwedanê de hatin cem hev, evîna xwe ya ji Eqsayê re cardin bang kirin û kirin qîrînî.

Bername bi xwendina Quranê ya jij teref Hafiz Omer Akgul ve hat xwendin dest pê kir, dûre Serokê Şûbeya Dîyarbekirê yê Komeleya Ciwanîya Anadolîyê Muhammed Kayan axavtinek kir û wî di axavtina xwe da bal li ser îdraqa namaxlûpbûna rejîma îşxalkeran kişand.

Endamê Sazîya Îdareya Giştî ê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu, ji îdarevanên welatên Îslamê re bang kir ku bila li hember rejîma îşxalker a sîyonîstên terorê bi lezgînî dest bi hereketê bikin.

Tanrikulu di axavtina xwe de weha got:

“Hûn ne xelk, rêxistina civakî ya sîvîl an jî aktîvîst in; hûn di alîyê Îslamî de jî û di alîyê neteweyî de jî alîgir in. 11 sal derbas bû we tiştekî jî nekir. Dema ku doh wan îşxalkearn nexweşxaneyê bombebaran kirin lazimbû ku welatên Îslamê dîplomatên rejîma terorê dersînor bikira. Xelkê me li bêvîya tiştekî ewakîne. Hûn hêj li benda çi ne? Ne hewceyek ku hûn bibin navbeynkar. Hûn pêşî ev zaliman ji welatê derxin derve. Divê derheqê wan kesên ku sûca herbê bikartînin de doz bê vekirin lê mixabin hêna jî li welatê me derheqê wan zaliman de ti dozekî nehatîye vekirin. Mitleqe divê ev tişt bên kirin. Ji bona vêya jî divê hemû partîyên sîyasî û sazîyên civakî ya sîvîl ji hikumetên welatên xwe re zorê bidin.”

Serokê Weqfa Hasevê Omer Yildizhan, ji Rîsaleî Nurê beşan got û xwest ku bila welatên Îslamê bi Fîlîstînê e bin.

Yildizhan di axavtina xwe de weha got:

“Miletên alemî Îslamê ji metaneta Ereban ji xwe re ders girtine. Înşaallah ew ê Ereb careke din hêviya xwe ji dest bidin û bi Tirk û Kurdan, artêşa qehreman a Îslamê, bi hevgirtin û tifaqeke rast re destê xwe bidin hev û ala Quranê li hemû cîhanê ragihînin. Bes e tu pênsed sal razayî! Niha di sibeya Quranê de şiyar bibin. Wekî din, hovîtî û bêhişmendî wê we talan û wêran bike ku hûn li çola bêhişmendiyê radizên û çavên xwe ji tava Qurana pîroz re digirin.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir